• şivan perwer'in 1981 tarihli gelê min rabe-em hatin albümden bir parça. söz ve müzik şivan perwer'e aittir. parçanın ikinci bölümündeki detone vokaller ise yine olmamış.

    *
    dengek hat guhê min ji binê zinaran
    nalîna şêrekî ku birîndar bû
    bi ser birîna xwe da kûr dinalîya
    birîna wî ji dil jî gelek xedar bû

    dilop dilop xwîn ji birînê dihat xwar
    axa sar û tarî hêdî vedixwar
    teyr û tû bi ser da dikirin hawar
    dar û ber jana dil histuxwar mabûn

    kela dilê wî bû weke volkana
    rêza çiya û bera ji ber dihejîya
    weke talaz rabe li ser havîya
    weke bahoz û tofanek radibû
    birîna şêrê me hewqas xedar bû
    *
    ew şêrên kurdistan'ê ne bê xwedî ne
    gelê cîhan doza wan bi rast dibîne
    doza wan jî parekî doza xwe dibîne
    ew karker, cotkar, rêncber, pale û gundî nin
    mafê çînî û çarenûsî divên pêk bînin
    divên rizgar bikin gel ji bin lep û destan
    lew nalîna şêrê me tê ji çiya û baniyan
    herkes xelas jîndar û nas li ser kurdistan
    da ku êdî kes nenale ji êş û birînan
    *
    gelê kurdistan
    karkerno, gundîno, dayikno, bavno
    bukno, keçno, xortno
    gelekin ji şîr dimijin, hemu mirov
    welatê me di nava xwînê de yê
    mirovên me li îşkencexanande
    li ber darê kindirê tên xenikandin
    ewrên reş roj bi roj tarîtir di be
    cem û şad xumxumê nakin
    dengê çuk, şalil û bilbila na yê
    dengên kewanê şêrîn û delal wenda bu yê
    qerîna şîrmijan bi feryadî
    di nava xeliyê û dumanê da ye
    gul û kulilk, nêrgiz, rêhan û binevş
    behn u rengê xwe wenda kirin ê
    ev çi rewşe, ev çi dibe
    ezmanê welatê min xwe reş giredanê, ji bo çi?
    *

    http://www.youtube.com/watch?v=imoqqjsprhq
hesabın var mı? giriş yap