• şivan perwer'in 1985 tarihli dotmam albümünden bir şarkı. söz ve müzik şivan perwer'e aittir.

    *
    lê lê dayê ez destê xwe ji çek û rextê xwe bernadim
    bira tu zanibe heger can û ruhê xwe jî bi ser dim
    dayê welat bindest e vê dozê nikarim tu car berdim
    ax de menal menal lê dayikê
    reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax

    gelî heval û hogiran hunê bi zilxet û lîlan laşê me rakin
    ala rengîn bi ser me dakin, gulek sor bi serê me de çakin
    ax de menal menal lê dayikê
    reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax

    heyran hûnê herin hevre doza xwe tev berdewamkin
    bes e bêjin hûn pêşmergi em te ji bîr nakin
    em sond dixwin te dilşad kin
    ax de menal menal lê dayikê
    reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax
    *

    http://www.youtube.com/watch?v=e2vjgmhve28
hesabın var mı? giriş yap